Gava mirov wek min bi kûraniya bêmanetiyê de diçe
her gotin ji nû ve balkêş dibe:
wek mirov bi bêrikê
tiştekî bi qîmet ji nav axa bi ber tev bide.
Ew gotina biçûk tu
Belkî morîkek be
Demekê di gerdena yekê de bû
Ew gotina mezin ez
Belkî hestekevirek be
Ku di jariyê de yekî bêdiran goştê xwe yê çir
Pê xeritandibe
Wergera ji swêdî Firat Cewerî. Översätt inte ett levande språk till ett dött. Gunnar Ekelöf på sju språk. Sammanställd av Klaus-Jürgen Liedtke, Svenska Akademien Alexandria, 2005, s. 96
Some of the most appreciated poems by Gunnar Ekelöf on different languages.